Biryare di nava kempan de kon û çadir nemînin.
Li kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Dihukê, dest bi çêkirina xaniyan hat kirin.
Berdevkê borda karûbarên mirovî li Dihukê, Salim Seîd diyar kir ku li kampa Domîz-2 ya koçberên Rojavayê Kurdistanê çêkirina xaniyan dest pê kir.
Salim Seîd her wiha got, piştî ku dezgeha penaberan ya NY (UNHCR) keresteyên çêkirina xanî û dirav bi ser koçberan de belav kir, koçberan dest bi çêkirina xaniyên xwe kirin.
Berdevkê borda karûbarên mirovî da zanîn, piştî ku xaniyên kampa Domîz-2 xilas bûn dê li kampa Domîz-1 jî dê xanî bên çêkirin. Êdî li nav kampan de xîvet namînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin