Almanya beriya niha balyozê Îranê bag kiribû.
Hikûmeta Almanya nerazîbûnên xwe gihandin Balyozê Îranê li Berlin, jiber encamdana karên sîxurî li wî welatî, ji wan sîxuriya ser endam parlamenê berê yê Almanya ku, berpirsê civta hevalîniya Almanya-Îsrail'ê ye.
Kesekî Pakistanî yê ku, par li Almanya bi tawana sîxuriyê hat bû girtin û bi cezayê 4 salên zîndan kirinê hat bû ceza kirin, wî sîxurî li dij hin armancan li Almanya encam dabûn, ji wana sîxuriya ser endam palamenê berê yê Almanya Reinhold Robbe, yê ku berpirsê civata hevlainiya Almanya–Îsrailê bû.
Almanya balyozê Îranê Alî Majedî berî cejinên Krismesê bangî wezareta derve kir bû, bang kirina balyozê Îranê û axiftina bi wî re li wezareta derve bûye mijara mediya Almanî, piştî ku mediya liser vê pirsê raport belavkirin, wezareta derve roja Sêşemê daxûyanî da û got "Sîxurî liser xelkê û saziyên têkilîya wan ya taybet bi Îsrailê ve heye liser axa Almanya, binpêkirina eşkere ya qanûna Almanî ye". Herwiha ji Balyoz Alî Majedî re hatiye gotin ku, lêbûrîn derbarê karên weha nîne û ev nayê qebûl kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin