Ev neh pêşmerge dîlê destê terorîstên DIŞIê de bûn.
Di dema hatina terorîstên DIŞIê de bo Îraqê û şikestina artêşa Îraqê, 9 pêşmergeyên Kurdistanê jî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn dîlgirtin.
Piştî azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DIŞIê ev pêşmergeyên han û hijmareke din ji dîlên destê terorîstên DIŞIê ketine destê artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî û bo başûrê Îraqê hatine veguhastin.
Niha li gor zaniyariyên li berdest hikûmeta Îraqê dixwaze biryare darde kirinê bo wan 9 pêşmergeyan der bike.
Hikûmeta Îraqê ew 9 pêşmerge bi endam bûn di nava refên terorîstên DIŞIê de tawanbar dike lewre tê payîn ku li dadgehê de jî bi vê tawanê werin darizandin û biryara darde kirinê ji wan re were derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin