Parlementoya Iraqê biryara Qudisê şermezar kir

Îraq dev ji xwe berdaye di xema Felestînê deye
کوردستان TV
100%

Parlementoya Iraqê biryara Amerîkayê bo Qudisê, bi piraniya dengan şermezar kir. Parlemento qebûl nekir ku Qudis bibe payîtexta Îsraîlê û li dijî biryara Amerîkayê derket.

Daxwazname ji aliyê grûba Muwatin ya di nav koalîsyona netewî de, bo meclisê hat dayîn. Alî es-Safî ku parlementerê meclisa Iraqê ye weha ragihand: Parlementerên Iraqê biryara Amerîkayê weke paldana xelkê li dijî olan destnîşan kir, bo asayîşa navdewletî û aşitiyê weke tehdîd şirove kirin.”

Safî dibêje parlemeneterên Iraqê di vê dengdanê de, îşaret dan bal Qudisê ku payîtexta Fîlîstîniyan ya ebediye.

Safî weha dewam kir: Vê biryara parlementoyê, bi hesabê ku Qudis payîtexta Fîlîstîniya ye, divê rêz lê bê girtin û ji bo vê, bandg li hukumeta Iraqê dike ku li Neteweyên Hevgirtî temamê erka xwe serf bikin û di vê çarçoveyê de biryarên pêdivî bi wan hene, bên dayîn.”

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.