Amara kuştiyên Îdlibê zêde bû

teqîn dohê pêk hatibû
کوردستان TV
100%

SOHR dibêje herî kêm 23 kes di teqînan de hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi kêmî ve 23 kes di teqîneke li Îdlibê de hatine kuştine û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

SOHR’ê da zanîn ku teqîn li navendeke serildayan pêk hattye û ji kuştiyan 7 kes sîvîl in.

Teqîna li herêma Talathin çawa pêk hatiye hîn zelal nebûye. Li gor hin raportan peqîn bi maşîneyeke bombebarkirî li dar ket û li gor hinên din jî bi firoka bêmirov êrîş li dar xist.

SOHR’ê da zanîn ku di bin kavilên avahiyan de gelek kes mane û hin sîvîlên li wê herêmê jî wenda ne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.