Beşek ji alîkariyên Amerîkayê gihişte Reqa

vê dest bi ji nûve avakirinê were kirin
کوردستان TV
100%

 Bernameya Alîkariyan a Amerîkayê” di çarçoveya piştgiriya xwe ya ji bo xebatên jinûve avakirina bajarê Reqayê hin alavên giran û maşîne pêşkêşî Meclîsa Sivîl a Reqayê kir.

Beşeke ji van alavan îro gihiştin bajarê Reqayê. Di nava wan de 4 lordên giran, 4 beldozer û 9 maşîne hebûn. Tê payîn di nava çend rojên pêş me de beşekî din jî bigihêje bajêr.

Serokê Buroya Rêxistinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulselam Hemsork got ku berê jî alîkariyê bi vî rengî hatin dayîn û dê hîna jî alîkarî ji bo meclîsa sivîl werin pêşkêşkirin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.