Nêzî 300 proje bi nîvî mane û nayên temamkirin.
Berpirsê giştî yê rêk û avedankirinê yê Kurdistanê Huner Nûrî ragihand, ji ber qirîza abûrî zêdetirî 300 piroje li parêzgeha Hewlêrê bi nîveyî mane û nehatine temamkirin.
Huner Nûrî diyar kir ku ji ber nebûna bûdce û qirîza abûrî, tunêla “Benî Herîr” ya Hewlêrê bi nîveyî mane û nehatine temamkirin.
Huner Nûrî her wiha got, ev du sal in çêkirina tunêlê hatiye sekinandin. Tenê nîvê tunêlê maye xilas bibe lê ji ber nebûna bûdceya pêwîst, hîn xilas nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin