Zanîngeha Ezher li Kurdistanê şaxeke xwe vedike

ev beşa han vê di salekê de were vekirin
کوردستان TV
100%

 

Zanîngeha Ezherê ya navenda wê li Kahire ya paytextê Misrê ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2018an de dibe şaxeke xwe li Kurdistanê vekin.

Berdevkê Zanîngeha Ezherê Ehmed Zariî di daxuyaniya xwe de ragihand ku zanîngeha dîrokî plan dike ku di sala 2018an de şaxeke xwe li Kurdistanê veke.

Ehmed Zariî di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya al Ahramê de de got: "Saziya Navneteweyî ya Zanîngeha Ezherê bi biryar e ku li hemberî baweriyên xirab tekoşînê bide û Îslama rast belav bike. Li hemberî DIŞI û grûbên din tekfîrker em bi stratejî hereket dikin."

Zariî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Zanîngeha dîrokî ku Ehmed et Teyyibî serokatiya wê dike hewl dide li gelek welatan şaxên xwe veke. Di sala 2018an de li Kurdistan, Yemen, Nîjer, Afganistan, Nîjerya, Ukrayna û li Filipînê em ê 7 şaxan vekin. Niha li 15 welatan şaxên me di xizmetê de ne."

Zanîngeha Ezherê di sala 975an de ji aliyê Fatimiyan ve hat avakirin û di ilmê Îslamî de yek ji saziya herî girîng tê hesibandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.