Tê gotin ku Mehmûd Ehmedînijad hatiye girtin

dibêjin Ehmedînejad xwepêşandan organîze kiriye
کوردستان TV
100%

Li gor medyaya Brîtanya Serokkomarê berê yê Îranê Ehmedî Nejad bi îdîaya ku gel tûj dike hat girtin.

Di nûçeya rojnameya El-Quds El-Arabî ku navenda wê Londone, li gor agahiyên ku ji çavkaniyên xwedî baweriyê yên li Tehranê wergirtine, Serokkomarê berê yê Îranê Ehmedî Nejad ji aliyê rayedaran ve bi îdîaya ku gel li hember hikûmetê tije dike hate girtin.

Ehmedî Nejad di serdana xwe ya li bajarê Bûşehr ku dikeve rojavayê Îranê de diyar kiribû, ” Hindek rêveberên heyî li hember pirsgirêk û fikarên gel hişyar nînin û ev rêber derbarê rastiya civakê tu fikrekî wan tuneye”.

Ehmedî Nejad ku diyar kiribû wî ji rêvebiriya xirab ya hikûmeta Ruhanî pir kişandiye û got,” Hikûmeta Ruhanî wan xakan yên xwe dibînin û gel jî nezan dibînin”.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.