Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di vegera serdana Fransa de axivî û got: "Dema tê ser gotinê dibêm em li hember rêxistina terorî ne, paşê YPG digrin cem xwe."
Serokkomarê Tirkiyê li ser gelek mijaran axivî û dîsa piştgiriya ku Amerîka dide YPGê rexne kir. Erdogan li ser pirseke gelo piştî Iraq, Sûriyê û Îranê dor tê ser Tirkiyê weha bersiv da:
"Divê em ne li ser şîroveyan, ihtîmalan, divê em li ser armancaên xwe bisekinin. Hûn xwe lawaz bibînin jixwe hûnê têk biçin. Ez Tirkiyê lawaz nabînim. Ku em lêdin em ê bidin erdê. Ne PKK, ne YPG dikare tiştekî bike. Heke hêza wan têrê dike bila di korîdora terorê de bimeşin.Bê me çawa li ser 2 hezar kîlometreçarçik aramî pêkanîbe, em ê wê korîdorê jî bi serê wan de hilweşînin. Em di vê mijarê de bi biryar in."
Erdogan li ser têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa jî axivî û got dil dixwaze sala 2018an di têkiliyan de bibe sala nermbûnê. Û weha berdeam kir: "Dil dixwest ew tişt neyên jiyîn, lê lêdana ku we xwar ji we re kar dimîne. Bi Avusturya re berê hevdîtinên min ê muşterek çêbibûn, gavên me avêtin çêbibûn. Têkiliyên me pir baş bûn, lê paşê hikumet guherîn, mixabin rakêşî hatin jiyîn. Lê mesela Fransa nekete vê xefkê. Lê hinek dewletên Îskandînavya ketin vê xefkê. Em li gel wê ne ku têkiliyên du alî bilez baştir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin