Artêşa Sûriyeyê bi hêzên xwe yên hevalgir re li başûrê rojhilatê Idlîbê herêma Sinjarê ji destê rêxistina Fetih El Şamê (Eniya El Nûsra) derxist.
Jêderekî herêmî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Artêşa Sûriyeyê bi hêzên xwe yên hevalgir e, herêma stratejîk a Sinjarê ji destê Fetih El Şamê derxist."
Li gorî daxuyaniya jêderê herêmî, artêşa Sûriyeyê li heman herêmê 4 gund jî ji destê hêzên terorîst rizgar kirin.
Herêma Sinjarê tenê 15 kîlometroyan dûrî Baregeha Hewayî ya Ebû Duhurê ye û wek herêmeke stratejîk tê zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin