Mimkune Ayhan Bîlgen bibe hevserokê HDPê

mimkune pêşniyara Merîtaş were qebûlkirin
کوردستان TV
100%

 

Navê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen ji bo Hevseroktiya HDPê derbas dibe.

Piştî ku Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş ragihand, ew di kongirya partiya xwe de nabe namzet, ji bo HDPê hevserokekî nû tê genegeşekirin. Di çarçoveya amedekariyên kongireyê de jî HDPê 2 roj in li Diyarbekirê di kombûnê de ye.

Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê navê Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgenî ji bo Hevseroktiya HDPê derbas dibe, lê heta niha Bîlgen di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek fermî nedaye.

Berî niha 2 mehan Ayhan Bîlgen ji rojnameya Cumhuriyetê re ragihandibû ku di nav HDPê de her parlementerek xwediyê şiyana hevseroktiyê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.