Rêya navbera Dihuk û Mûsil hat vekirin

jiber êrîşên heşda şebî hatibû daxistin
کوردستان TV
100%

Piştî demekê dirêj ev rê îro bi fermî hate vekirin

Di vê derbarê de jêderek li deverê diyar kir ku rêya çûnûhatinê ji bo welatiyan, di navbera Dihuk û Mûsilê de hatiye vekirin û niha welatî dikarin ji deriyê sînorî yê parêzgeha Dihukê çûnûhatinê bikin".

Wî jêderî got: "Pêştir jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankarî ji bo çûnûhatina welatiyan dikir li wî derî û berdewam riya çûnûhatina welatiyan di navbera Dihuk û Mûsilê xweş dikir".

Piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an, riya di navbera Dihuk û Mûsilê de hat girtin, lê piştî demekê û li ser daxwaza welatiyan, wezareta Pêşmerge biryar da ew rê bê vekirin, lê Heşda Şeibî rêgirî dikir û vê yekê gellek astengî ji welatiyan re çêdikir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.