Li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê 6 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin.
Li navçeya Konlancan ya Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, şer di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Supaya Pasdaran de qewimî û di encamê de şeş endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin.
Malpera Kurdistan Medya ku Organa Fermî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ye, ragihand ku îro nîvro hêzên çekdarên Îranê li navçeya Konelacan ya Pîranşarê êrîşî gundê Zêwe kirin û malên çend welatiyan rûxandine.
Li gorî wê nûçeyê, piştî êrîşê Pêşmergeyên bajar yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistan Îranê ve, êrîşî hêzên Supaya Pasdaran kirin û di encamê de, şeş endamên Supaya Pasdaran kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar kirin, û ji aliyê Supaya Pasdaran ve ji bo nexweşxaneya Pîranşarê hatin veguhestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin