Serokê Koma PDKê di parlementoya Iraqê de dr. Erefat Kerem ji Spuntik Kurdistanê re ragihand ku ji ber têbiniyên wan û parlementerên erebên sunî di projeya budçeya Iraqê de cih negirtine, wan daniştina Parlementoyê boykot kiriye. Kerem got, “Heta Ebadî beşdarî civînan nebe, dê beşdar nebin”
Kerem ji Spuntik Kurdistanê re got, "biryar bû ku projeya budçeya Iraqê îro parlementoya Iraqê were xwendin lê ji ber ku me dît, têbiniyên me û yên erebên sunî di projeyê de cih negirtine, lewra me û nûnerên erebên sunî li hev kir ku beşdarî daniştina Parlementoyê nebin".
Herwiha serokê fraksiyona PDKê diyar kir ku "beşdarnebûna me jî bû sedema wê yekê ku rêjeya yasayî ya parlementeran temam nebe. Serokatiya Parlementoyê jî neçar ma ku daniştinê bi paş de bixe. Piştî wê, Serokê Parlementoyê daxwaz kir da ku li gel serokên hemû fraksiyonan bicive."
Kerem diyar kir ku wan daxwaz kiriye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beşdarî daniştinên parlementoyê bibe û eger beşdar nebe, dê beşdarî civînên parlementoyê nebin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin