Siyasetmedarekî Îranî dibêje xwepêşander ciwanên Îranî yên bêzarbûyî ne.
Siyasetmedarê Îranî Ebdulah Remezanzade di derbarê xwepêşandan û xwepêşanderên Îranê de diyar kir ku ew kesên xwepêşandan dikin ciwanên Îranî ne û ji bêkarî, hejarî û neteweperestî bêzar bûne.
Ebdulah Remezanzade ku yek ji kesayetiyên diyar ya eniyê reformîstên Îranê ye diyar kir ku beşeke here zêde ya kesên ku li seraserê Îranê dest bi xwepêşandanan kirine ciwanên Îranî ne.
Remezanzade herwiha aniye ziman ku gotinên qaşo neyarên Îranê xelk har kirine bo xwepêşandanê gotinên bê watene jiber ku ciwanên Îranî ji bêkarî, hejarî û neteweperestiyê bêzar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin