Rejîma Sûriyayê piştgîriya xwe bo Îranê diyar kir

rejîma Esed xwe ji bîr kiriye û piştgîrî Îranê dike
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Sûriyê ser bûyerên li Îranê diqewimin daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê ji desthilata Îranê re rêz were girtin û ti dewletên din jî mudaxeleyî karên navxweyî yên wî welatî nekiin.

Wezareta Dere ye Sûriyê, Amerîka û Îsraîl jiber piştgiriya wan ya bo xwepêşandaneran rexne kir û da zanîn ku ‘’her du dewlet herêmê bêîstiqrar dikin’’

Wezaretê dîyar kir ku Sûriye ‘’bawer dike ku rêber, hikûmet û gelên Îranê dikarin vê komployê têk bibin’’

Protestoyên li Îranê roja Pêncşemê destpê kiribûn û heta niha 22 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 450 kes jî hatine desteser kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.