Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê girtî Selahatin Demirtaş, dê 15 hezar lîre pereyên tirkî wekî tezmînat bide Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan.
Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan bi hêceta ku Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş heqaret li wî kiriye derbarê Demîrtaş de doza 50 hezar lîre tezmênatê vekiribû lê dadgeha xwecihî doza Erdogan red kiribû.
Li ser îtiraza parêzerê Erdogan ew doz ku dadgeha xwecihê red kiribû li Dadgeha Heremî ya Enqerê hat qebûlkirin.
Dadgeha Heremî ya Enqerê biryar da ku Demirtaş 15 hezar lîre pereyên tirkî (4 hezar dolar) bide Recep Tayip Erdogan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin