Wezîrê derve yê Tirkiyeyê mercê destpêkirina proseya aştiyê eşkere kir.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu got ji bo ku proseyeke nû destpê bike divê PKK dest ji çekan berde.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ji ajanseke almanî re axivî. Çavuşoglu di derbarê egera destpêkirina proseyeke çareseriyê li Bakûrê Kurdistanê wiha axivî: “Eger PKK dest ji çekan berde wê proseyeke din dest pê bike. Me tevî rîskên mezin proseyeke dabû destpê kirin. PKK proseya aşitiyê bikar anî. Çek anîn navenda bajaran û ji ber wê yekê ji bo qonexeke nû divê PKK dest ji çekan berde.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin