Trump: Pakistan terorîstan dihewîne

Serokê Amerîkayê gazinan ji Pakistanê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê rexne li Pakistanê dike û dibêje me hevkariya Pakistanê kir lê em hatin xapandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva bûrî di twîtteke xwe de Pakistan bi vehewandina terorîstan tawanbar kir, Pakistanê jî balyozê Amerîkayê yê li Îslamabad bang kir.

Trump di yekemîn twîtta xwe ya 2018an de bi turebûn got Amerîka "bi nezanî"di 15 salên bûrî de 33 Mîlyar Dolar weke alîkarî dane Pakistanê û wan tiştek bidest nexist, tenê nerastî û xapandin, ew weke nezan li serokên me dinêrin.

Di dawiya twîttê Trump dibêje "wan cihekî bi ewle da terorîstan yên ku em li pey wanin li Efxanistanê, tenê alîkariyek kêm dikin, ne zêdetir.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.