Jineke genc xelkê yek ji gundên bajarê Selasa Bawecanî bi sedema kêşeyên malbatî xwe şevitand.
Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê jineke genc xelkê gundê “tîn” a ser bi Selasa Bawecanî bi navê Hacer Sadiqî temen 26 salî hewla xweşevitandinê da, û dawî bi jiyana xwe anî.
Ew jina genc diya zarokekê ye, ku bi sedema kêşeyên malbatî, hawara xwe biriye ber xweşevitandinê.
Xwekujî û xweşevitandina jinan li bajarên kurdistana Rojhilat, bi tu awayî ji aliyê malperên hikûmetî ve nahê rûmalkirin, û piraniya xweşevitandin û xwekujiyên hevwelatiyên Kurdistanê veşartî dimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin