Di encam de herî kêm 4 kes hatin kuştin.
Li bajarê New Jerseyê ya Amerîkayê êrîşek pêk hat, di encam de 4 kes hatin uştin.
Li gorî agahiyên çapemeniya Amerîkayê bûyer li herêma Long Branchê ya girêdayî New Jerseyê qewimiye. Hat ragihandin, kesê gumanbar 16 salî ye û hatiye desteserkirin, gumanbar di êrîşê de dê û dapîra wî jî di nav de 4 kes kuştine.
Herdu kesên din yên hatin kuştin jî keç û kurek in.
Dozgeriya Monmouthê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û eşkere kir ku bûyerek malbatî ya navxweyî ye, ji bo gel tu xetereya bûyerê tune ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin