Hêzên ewlekariyê yên Îranê li ser sînorê navbera Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê teqe li kolber;n Kurd kirin û di encamê de kolberek hate kuştin.
Bûyer duh Şemiyê 30ê Berfanbara 2017ê û li devereke sînorî yê bajarê Baneyê ku girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, çê bûye.
Li gorî zanyariyan, hêzên Îranê gulle li kolberên Kurd reşandine û di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Navê wî kolberê ku di encama teqeya hêzên Îranê de hatiye Kuştin, Hadî Emînî bûye û xelkê gundê Beyander ê ser bi Baneyê ve bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin