PKK dibêje li devera Kanî Masê 11 leşkerên Tirkiyeyê kuştiye.
PKKê li qezaya Kanî Masê ya bi ser navçeya Amedîyê ku girêdayî Dihukê ye, êrîş bir ser serbazgeheke artêşa Tirkiyê û di encama şer de tê ragihandin ku 11 leşkeran can daye û 9 jî birîndar bûne.
Rêveberê nahiya Kanî Masê Serbest Ehmed derbarê êrîşa PKKyîyan de ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Bo yekem care gerîlayên PKKê li nêzî Kanî Masê êrişeke wiha encam didin, ji ber ku berî niha tenê artêşa Tirkiyê êrişî ser bingehên PKKê û gerîlayan dikir."
Ehmed da xuyakirin, PKKyîyan bi guleyên hawinan doh 30yê Kanûnê êrişî ser bingeheke leşkerî ya Tirkiyê li nêzîkî Kanî Masê kirine ku bi kuratiya sê kîlometran di nav xaka herêma Kurdistanê de ye û di encamê de 9 leşker birîndar bûn.
Rêveberê Kanî Masê got, li gor zanyariyên ji aliyê PKKê ve hatine, di êrişê de 9 birîndar û 11 kuştî hebûne, lê ji aliyê leşkerê tirk ve jimara kuştiyan nehatiye eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya Serbest Ehmed, PKKê êrîşa Kanî Masê ya bi ser leşkerên Tirkiyê de, wekî tolhildana êrîşa ser Mexmûrê ragihandiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin