Bi tevê raya giştî ya Iraqê, beşekî zêde yê parlamenter û serkirdeyên siyasî yên iraqî di wê baweriyê de ne, ku gendelî gihiştiye astekî wisa, êdî kontrolkirina wê zehmet e, ji ber ku hemû sektor û kertên dewletê vegirtiye.
Parlamentera Iraqê Macîde Temîmî, ku di heman demê de ednama Komîsyona Darayî ya parlamentoyê ye, dibêje: “Niha gendelî ji morîbûnê gihiştiye qonaxa dînozoriyê. Lewma tekoşîne li dijî gendeliyê ji şerê li dijî DIŞIê zehmettir û girantir e. Di nava hemû partiyan de gendelkar hene. Lê li gorî radeya desthilatê şêweyê gendeliyê jî tê guhertin.”
Temîmî diyar kir: “Ji bo şerê li dijî gendeliyê, pêwîstiya me bi piştgiriya navdewletî û navxweyî heye.”
Di nava welatên cîhanê de Iraq di rêzbenda 10 emîn a welatê herî gendel da ye. Siyasetmedarekî iraqî derbarê zêdebûna rêjeya gendelî û gendelkaran dibêje: “Eger berpirsek ji 60 milyon dolaran kêmtir dizîbe, ew weke berpirsekî paqij ê dîtin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin