Li Efxanistanê êrîşî ser merasima cenazeyê kirin

hîn jî ti aliyek berpirsiyartiya êrîşê negirtiye ser xwe
کوردستان TV
100%

Di encam de herî kêm 15 kes hatin kuştin.

Li Nangarhara wilayeta Efxanistanê di merasima cinaze da êrîşa xwekujiyê hat kirin û 15 kes hatin kuştin.

Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û gor ku êrîşkarê xwekuj li navçeya Behsudê di merasima cinaze da bombeya li ser xwe teqand.

Hogyanî destnîşan kir ku di êrîşê da 15 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.

Hogyanî diyar kir ku kesên mirî û birînda sivîl in. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.