Di encama şer û pevçûnê de 4 terorîstên DIŞIê hatin kuştin.
Di vê derbarê de berpirsê şaxê sê yê partiya demokrata Kurdistanê Mihemed Xorşîd ji dezgeha setelîta Kurdistanê re diyar kir ku îro danê sibê li navçeya Kanî Domelan û gundên Qutan şer di navbera terorîstên DIŞIê û artêşa Îraqê de destpê kiriye û ew şer heta nîvroyê dom kiriye.
Mihemed Xorşîd herwiha diyar kir ku di encama şer û pevçûnên han de 4 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û leşê wan jî di destê artêşa Îraqê dene.
Xorşîd herwiha diyar kir ku niha dawî bi şer û pevçûnan hatiye û artêşa Îraqê li deverê bicîh bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin