Koreya Bakur dijî toleyên NYê bertekeke tund nîşan dide

Serokê Koreya Bakûr gefan li NY dike
کوردستان TV
100%

Koreya Bakur ser toleyên nû yên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) yên dijî Pyongyangê bertekeke tund nîşan da.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur bi daxuyanîyekê ragihand ku toleyên nû dibe ku bibin sedema cengê.

KCNA, ajansa fermî ya Koreya Bakur, ji zarê wezaretê diyar kir ku "Amerîka jiber hêza navokî ya Koreya Bakur ketiye şokê û bo toleyên herî tund ragihîne dîn bûye"

Wezaretê da zanîn ku bi bernivîsa nû, Koreya Bakur ji alîyê aborî ve hatiye dorpêç kirin.

di daxuyaniyê de hat gotin ku bernivîsa ku ji alîyê Amerîka û şopînerên wê ve hatiye amade kirin, desthilata me binpê dike, zararê dide aştî û îstiqrara Nîvgirava Kore û dibe sedema cengê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.