Çekdarên opozîsyona Sûriyê li Babê 40 welatiyên kurd revandin

40 welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyan ve hatine revandin
کوردستان TV
100%

 Hat gotin ku 40 welatiyên kurd yên bajarê Babê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkiyê ve hatine revandin.

Encumena serbazî ya bajarê Babê, ku nêzîkî YPGê ye, ragihandiye, şeva borî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê êrişî çend gundên kurdan yên derdora bajarê Babê kirine.

Li gorî agahiyên encumena serbazî ya Babê, wan çekdaran 40 welatiyên kurd yên gundên Til Betal, Cidûd, Qesabîn û Qar Kelbîn revandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.