Wezîrê Ewropî Sebastian Kurz di daxuyaniyeke rojnamevanî got: "Tirkiye binpêkirinên nû beramberî mafên mirovan û azadiyên bingehîn encam hiştine, lewra nabe ku bibe endamê YEyê"
Kurz diyar kir ku Ji ber van bûyerên vê dawiyê li Tirkiyê rû didin cihê Tirkiyê li nav Yekîtiya Ewropa nîne û dê baş be ku danûstandinên endambûna wê bên rawestandin.
Herwiha Kurz got: "Bi sedema kirîza penaberan û encamên kudetaya binketî li ser desthilata Tirkiyê û ew tedbîrên piştî kudetayê stendin, pêwendiyên Tirkiyê û welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û rojava bi giştî, gelekî xirab bûne û hiştiye ku gelek rexne li Enqera bên kirin".
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Avusturyayê Sebastian Kurz derbarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de jî wiha beyanat dabû, "Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan wekî dîktatoran tevdigere û welatê xwe xiste rêyeke şaş û talûke û helwesta wî ya li hemberî kêmar û kesên ku cuda difikirin nayê qebûlkirin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin