Li Fîlîpînê agir bi bazara bajarê Davawî ket û û di encamê de çarenûsa 37 kesan nediyar e.
Serokatiya Şaredariya bajarê Davao li başûrê Fîlîpînê ragihandiye, agir bi embareke taybet bi kelûpelan ku li qata sêyem a bazarê bû, ket û piştre derbasî çend qatên din ên avahiya bazarê bû.
Li gorî serokatiya şaredariya Davao, di encama agirketinê de zirareke mezin a darayî çê bû û herwiha çarenûsa 37 kesan jî hîj nayê zanîn û ew kes winda ne.
Serokatiya şaredariya davao diyar kiriye, ku li gorî texmînên wan êdî derfeta rizgarbûna wan kesan nemaye.
Piştî bûyerê, Serokê Fîlîpînê û Sara ya keça wî ku seroka şaredariya Davao ye, serdana cihên bûyerê kirin û bi mabat û xizmên kesên windayî re hevdîtin kirin.
Berpirsên fîlîpînî ragihandine, ku derbarê sedema agirberbûnê de lêkolîn dane destpêkirin, lê belê hêj sedemên bûyerê nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin