Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) aşkere kir ku li eyaleta Rakhineyê ya Myanmarê di nava mehekê de 6 hezar û 700 Arakanî hatine kuştin. Di nava kuştiyan de bi sedan zarok hene.
Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) a ku navenda wê li Swêdê ye, aşkere kir ku di nava mehekê de li eyaleta Rakhineyê ya Myanmarê 6 hezar û 700 Arakanî hatine kuştin. Bûyerên tundiyê li Arakanê di meha Tebaxê de dest pê kiribûn.
MSFyê daneyên xwe di encama wê xebatê de bi dest xistiye ku hevdîtin bi Arakaniyên reviyane Bangladeşê re pêk anîne. Hejmara ku MSFyê aşkere kiriye ji hejmara ku saziyên fermî aşkere kirine gelekî zêdetir e.
MSFyê diyar kiriye ku daneyên wan di encama rastiyên berbiçav de derketine holê.
Rêxistinê destnîşan kiriye ku piştî bûyerên tundiyê dest pê kirine, 647 hezar Arakanî reviyane Bangladaşê.
Li gorî daneyên MSFyê di navbera 25ê Tebaxê û 24ê Îlonê de li Myanmarê herî kêm 9 hezar Arakanî mirine.
Rêxistin aşkere dike ku herî kêm 6 hezar û 700 kes di encama bûyerên tundiyê de çêbûne û herî kêm 730 kesên wan zarokên ku emrê wan di bin 5 saliyê de ne.
Artêşa Myanmarê piştî ku Artêşa Rizgariya Rohingyayê ya Arakanê li eyaleta Arakanê êrîş biribû ser xalên kontrolê yên polîsan operasyoneke mezin dabû destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin