3 polîsên Îraqî hatin kuştin

êrîş bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Di encama teqîna bombeyeke vedayî de 3 polîs hatin kuştin.

Li Nînovayê di encama teqîna bombeke vedayî bi karwaneke polîsên Îraqê de, sê polîs hatin kuştin û polîseke din jî birîndar bû.

Di vê derbarê de Fermandarê hêzên polîs yê li Nînovayê Sed Mihemed Cebûrî diyar kir ku ev bombeya han li nêzîkî gundê Hinke ser bi devera Zomarê ya li Bakûrê Rojavayê Mûsilê bi karwaneke hêvên polîs de teqiye û di encam de sê polîs hatine kuştin û polîseke din jî birîndar bûye.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.