Êwara îro duşem erdhejeke din pêkhat û hin bajar û gundên Kurdistanê hejand.
Li gor zaniyariyan tundiya erdhejê yaku li ser sînorê navbera Îran û Îraqê pêk hatiye 5.6 derece li ser pîwera rîşter bûye.
Ev erdheja han her çend li bajarên weke Hewlêr, Dihuk, Silêmanî û Soranê jî hat hiskirin lêbelê li devera Derbendîxanê tundiya erdhejê bi başî hatiye hiskirin.
Heta niha ti zaniyarî derbarê erdhejê û zirarên vê nehatine zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin