Amerîka alîkariya destpêkirina diyalogê dike

Amerîka dibêje em dixwazên bandora Îranê li Îraqê kêm bikin
کوردستان TV
100%

 

Amerîka dixwaza bandora Îranê li ser Îraqê kêm bike.

 Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, eşkere dike ku armanca Amerîka di qonaxa dahatî de ya piştî şerê DIŞIê li Iraqê, ew e ku bandora Îranê li ser Bexdayê û navçeyê lawaz bike û herweha alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike daku ji bo çareser kirina kêşeyan dest bi diyalogê bikin.

Douglas Silliman diyar kir, ku Amerîka wê pêgeha xwe li Iraqê bihêz bike û di heman demê de wê hejmûna Îranê jî li ser Iraqê kêm bike û ewê Taranê lawaz bike.

Navhatî got jî: "Amerîka ji bandor û tevgerên Îranê li navçeyê dilgiran e ji ber ku Taran rêzê li serweriya welatên cîran nagire û berdewam e li piştevanîkirina girûp û milîsên Şîe bi armanca ku rewşa navçeyê têk bidin."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.