Serokê nû yê ENKS hate hilbijartin

ENKSê di civîna xwe de hin guhertin pêk anî
کوردستان TV
100%

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo di civîna xwe ya asayî de sekreterê PDK Siûd Mela weke Serokê nû yê ENKS destnîşan kirin.

Di vê derbarê de Serokê ENKSê yê berê Îbrahîm Biro diyar kir ku di civîna îro ya ENKSê li Qamişlo de Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Siûd Mela wek serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.

Biryar bû roja 7ê Mijdarê kongira çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan û serokekî nû bihata hilbijartin, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongir bibin û rê nedan ku ENKS kongreya xwe girî bide.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 26ê Cotmeha 2011an ji çend partî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe hate damezrandin û di çarçova Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de beşdarî danûstandinên Cenêvê dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.