Bordiman kirina gund û deverên sinorî yên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve didome.
Di çarçoveya êrîşên balefirên şer yên Tirkiyeyê yên bo ser gund û deverên sinorî yên Kurdistanê de, îro dîsa balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna cîhên gerîlayên PKKê devera Sîdekanê bordiman kirin.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirar û ziyanên bordimana han de nehatine belavkirin.
Hate diyar kirin ku du balefirên Tirkiyeyê ev devera han bordiman kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin