Serokê tevgera Sedir daxwaza hilweşandina çekdarên Heşda şebî dike.
Îro duşem, Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir li Bexdayê beşdariya presskonferanekê kir û daxwaza hilweşandina çekdarên heşda şebî kir.
Muqteda Sedir herwiha diyar kir ku nabe rê were dayîn daku ti kes û aliyek li ser navê heşda şebî beşdariya hilbijartinên Îraqê bike.
Sedir herwiha diyar kir ku nabe ti berpirs û serkirdeyekî heşda şebî jî weke berbijêr beşdariya hilbijartinan bike û lazime heşda şebî çekên xwe radestî artêşa Îraqê bike.
Sedir di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî kir daku li dijî diz û gendelkaran jî raweste û wan ceza bike.
Sedir di dawiya gotinên xwe de daxwaz dike daku dosyeya komkujiya Spayker û Mûsilê ji nûve were wenêrînkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin