Rayedarên leşkerî yên sê welatan li gel YPGê civiyan

fermandarên leşkerî yên sê welatên cîhanê li gel YPG û HSDê behsa hin mijaran kirin
کوردستان TV
100%

Fermandar û rayedarên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Franseyê li gel YPGê civiyan.

Nûnerên leşkeri yên Amerîkayî, Îngilîz û Fransî yên di nava hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê de li Dêra Zorê bi berpirsên YPGê û serokeşîrên herêmê re civiya. Di civînê de fermandarê YPGê Polat Can jî amade bû.

Fermandarên leşkeri yên Amerîkayî, Îngilîz û Fransî yên di nava hevpeymana navdewletî ya li dijî DIŞIê de cih digirin, li bajarê Dêra Zor ê Sûriyeyê bi berpirsên HSD û YPGê û serokeşîrên herêmê re kom bû.

Hat diyarkirin ku di civînê de fermandarê YPGê yê operasyona Dêra Zorê Polat Can jî amade bû û di wê civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin.

Hat ragihandin ku fermandarên hevpeymanê dest nişan kiriye ku HSD perçeyekî hevpeymanê ye û alîkariya ji bo HSDê wê berdewam bike.

Fermandarê YPGê Polat Can jî di civînê de bal kişand ser ku HSD ji pêkhateyên cuda yên herêmê hatiye avakirin û divê herkes piştgiriyê bide wê. Herwisa aliyan di civînê de siberoj û ewlehiya herêmên ku ji DAIŞê hatine paqijkirin jî nirxandin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.