Odeya operasyonan a Ehl El-Diyar ku bi ser Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve ye ragihand ku şevê din wan êrîşî bingehên HSDê yên li bakurê gundewarê Helebê kirine û di encamê de jî 6 şervanên HSDê birîndar bûn.
Di encama êrîşê de wan dest danîne ser hin çekên HSDê û piştre jî endamên wan ber bi navçeyên xwe ve vekişiyan.
Li gundewarê Heleb rojane şer û pevçûn di navbera hêzên Sûriyeya Demikratîk (HSD) û komên girêdayî ASAyê de diqewimin, ji ber ku opozisyon dixwaze ew navçeyên HSDê ji destê wan derxistiye vegerînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin