Li nêzî Helebceyê dîsa erdhej çê bû

erdhej 10km di bin erdê de çê bûye
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku li sînorê bajarê Helebçeyê û navçeya Derbendîxana Herêma Kurdistanê erdhejeke bi dijwariya 4.5 pêk hat.

Berpirsê seqanasî û erdhejzanî yê Silêmaniyê Dara Hesen ragihand ku îro berê sibehêseet li ddora 04.55an 10 kîlometro dûrî navenda bajarê Helepçeyê nêzîkî navçeya Derbendîxanê erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên Dara Hesen erdhej 10 kîlometro li binê erdê qewimî.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Kurdistanê, di encama erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûye. Roja çarşema borî jî dî li nêzîkî bajarê Helepçeyê bi dijwariya 4.9ê erdhej pêk hatibû.

Herwiha Rêvebirê Hewa û Erdhejzanîn a Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm jî di axaftina xwe de got: "Piştî erdheja mezin a roja 12ê Mijdara 2017an heta niha zêdetirî 600 paşlerz li Herêma Kurdistanê çêbûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.