Tirkiye ji avabûna dewleta Kurdistanî ditirse

Tirkiye ji dewleta Kurdistanî ditirse
کوردستان TV
100%

Psporê Rojhilata Navîn ê Rûsî Stanislav Tarasov li ser biryara Trump a ragihandina Orşelîmê weke paytexta Îsraîlê, diyar kir ku Tirkiye ji planên Îsraîlê yên ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ditirse.

Stanislav Tarasov ji Sputnikê re axivî û got, “Trump bi daxuyaniya xwe hemû cîhan xiste nav fikaran. Em dibînin pêvajoyeke, ku gelek welat û gelek berjewendiyên dijberî hev tevlî dibe derdikeve holê."

Tarasov diyar kir ew daxuyaniyên Tirkiye yên li dijî Amerîkayê bi baldarî dişopîne û wiha pê de çû: “Tirkiye ditirse di nav planên Îsraîlê de avakirina dewleta Kurdî jî hebe.

Stanislav Tarasov di derbarê rola Rûsyayê jî de got ku Rûsya dikare navbeynkariyê bike û wiha axivî:"Têkiliyên Rûsyayê bi Erebistana Siûdî, Îran û Îsraîlê re baş in. Lê di vir de bi riya dîplomasiyê serkeftin dijwar e.”

Tarasov di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Sûriyê jî û diyar kir ku Trump ev biryar di dema proseya lêgerîna çareseriya şerê Sûriyeyê de daye û got, “dibe ku ev yek bandorê li Sûriyeyê jî bike.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.