Li Bakurê Kurdistanê rêya 845 gundan hat girtin

hîn jî ti hewlek bo vekirina wan rêyan nehatiye dayîn
کوردستان TV
100%

Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê, rêyên 845 herêman hatine girtin. Herwiha li Bedlîs, Wan, Agirî û Sêrtê jî ji ber barîna berfê dibistanê ji bo rojekê hatin girtin.

Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêyên 845 herêman hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê, li seranserê bajêr rêyên 593 herêman girtîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên rêvekirin û paqijkirina berfê yên şaredariyê dest bi xebatan kirin. Herwiha hat ragihandin ku rêya Mûks, Elbak, Şaxê, Qelqelî, Sêrê navçeyên Wanê, gundên ser herêma Payîzava û Guzelsuyê ji ber berfê hatine girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.