Serokê Parlementoyê dibêje lazime bûyer û karesatên Xurmatûyê weke komkujî werin nasîn.
Piştî civîna Parlementoya Kurdistanê ya derbarê rewş û bûyerên bajarê Xurmatûyê de, Cîgirê Serokê Parlementoyê Cefer Emînkî di daxuyaniyeke diyar kir ku lazime ev bûyer û karesatên han weke komkujî werin nasîn.
Emînkî ev daxuyaniya han di dema serdan kirina pêşengeha taybet bi karesat û bûyerên Xurmatûyê de ji dezgehên ragihandin re da û got: Tiştên ku li Xurmatûyê diqewmin komkujî û jinav birina etnîkiye lewre lazime ew karesat û bûyerên han li ser asta civaka cîhanî weke komkujî werin nasîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin