Erdhejeke din îro danê sibê bajarê Helebce û derdorê hejand.
Îro di seat 8 û 53 deqîqeyan de dema Xwendekar li debistanan de bûn, erdhejeke din bi tundiya 4.7 bi pileya rîxter û bi kûrahiya 31 km li Bakûrê Rojhilatê Helebceyê qewmî.
Jiber erdheja han tevahiya debistanên Helebce û derdorê hatin daxistin.
Ev erdhej ti zirareke madî û canî li pey nebû lêbelê bûye sedema çû bûna tirsê li cem şêniyên wan deveran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin