Piştî 13 mehan ji girtina wê, îro hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdag bi tometa bangeşeyê ji bo PKKê tê dadgehkirin û biryar e sibe dosyeya Demîrtaş jî li dadgehê bê vekirin.
Li gor gotina parêzeran, sed dosye li dijî Demîrtaş hatine vekirin, lê eger sedemên siyasî çênebin, wê Demîrtaş bê berdan.
Di 4/11/2016an de, herdu hevserokên HDP Selaheddîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li gel 11 perlemanterên din yên HDPê bi tometa alîkarîkirin û bangeşekirinê ji PKKê re hatin girtin.
Li gor zanyariyên berdest dadgeha Tirkiyê rê neda nûnerên 10 welatan û hejmarek partiyên komînist ên cîhanê beşdarî rûniştina Fîgen Yûksekdag bibin û biryare sibê jî nûnerên hejmarek welatên Yekitiya Ewropa beşdarî rûniştina dadgeh kirina Demîrtaş bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin