Hudapar dibêje ti cudatiyeke navbera AKP û MHPê de nameya.
Partiya Doza Azad (Huda Par) dibêje, AKP ji ber tifaqa bi MHPê re dê nekaribe mîna berê dengên kurdên Bakûrê Kurdistanê bikşîne aliyê xwe.
Cîgirê serokê giştî yê Huda Parê, Erdal Elîbuyuk ragihand ku AKP ber bi MHPbûnê ve diçe û ev jî dê bibe sebeba wê yek ku alîgir û endamên wê yên kurd jê dûr bikevin.
Erdal Elîbuyuk her wiha gotiye, divê AKP bizanibe ku eger dengên kurdan neba AKPê nedikarî di referandoma 16 Nîsana par de bi ser bikeve. AKP niha bûye şirîka MHPê loma êdî ew piştgiriya ku ji kurdan werdigirt, êdî wernagire.
Di referanduma 16 Nîsana par ya Tirkiyê de, ku wek referanduma Serokatiyê jî tê binavkirin, AKP û MHPê tifaq kiribûn lê beşek mezin ji kurdên Bakûr jî deng dabûn AKPê. Huda Par jî di referandumê de piştgiriya AKPê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin