Dadgeha Pêdaçûnê ya Îspanya, fermana girtinê ya li seranserê Ewrûpa ya bo Serokê Katalonya yê berê Carles Puigdemont û çar wezîrên berê hilweşnad.
Dadgerê Dadgeha pêdaçûnê ya Îspanya Pablo Llareno diyar kir rêberên Katalan dixwazin berî hilbijartinên herêmî, ku dê di 21’ê Berfanbarê de tên lidarxistin, vegerin welêt û wan ji ber vê yekê biryara girtinê hilweşandiye.
Siyasetvanên Katalan, piştî lidarxistina referanduma li Katalonya ya li bakurê rojhilata Îspanya serxwebûna yekalî ragihandibû. Hikûmeta Îspanya dabû zanîn ku biryara serxwebûnê dijî qanûnê ye û rêberên Katalan jî jiber ku neyên girtin çûbûn Belçîka.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin