Serok Barzanî li gel şanda mekteb siyasiya partiya sosiyalîst civiya

Serok Barzanî rola sosiyalîstan bi girîng wesif kir
کوردستان TV
100%

Di civînê de rola partiya sosiyalîst di referandum û proseyên nîştimanî de girîng hate nirxandin.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya şandeke mekteb siyasiya partiya sosiyalîsta Kurdistanê kir.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya helwestên partiya sosiyalîst û alîgirên vê partiyê bo piştgîrî kirina referandumê de kir û herwiha rola partiya han di prosesên nîştimanî de bi roleke girîng wesif kir û di gotarek de bi awayekî berfire behsa qonaxa piştî referandumê û  bûyerên 16 Cotmehê û helwestên Bexda û civaka cîhanî kir.

Şanda mekteb siyasiya partiya sosiyalîst jî tekez li ser helwestên xwe ya li hember referandum û prosesên nîştimanî kir û nêrînên xwe yên derbarê kêşe û metirsiyên li berdem gelê Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa jiyana xelkê û tedbîrên ku bo derbas kirina vê qonaxê lazime werin stendin hate kirin û tekez li ser yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.