Xelqê Xurmatûyî li ber avahiya NY xwepîşandanek protestoyî lidarxist.
Îro danê sibê bi komek koçberên Xurmatû li ber ofîsa NY li Hewlêrê kom bûn û daxwaza çareserkirina arîşeyên xwe kirin.
Nûnerê koçberên Xurmatû, Cumha Kerîm li wir daxuyaniyek xwand û daxwazên koçberan ji NY re ragihand.
Li gorî wê daxuyaniyê, koçberên Xurmatû daxwaz ji NY kirin ku çareyekê ji rewşa wan re bibîne da ku ew bikarin vegerin bajarê xwe.
Koçberan her wiha daxwaz kirin lêjneyek bo lêkolînkirina bûyerên Xurmatû were avakirin û hêzeka bê alî jî wan li hember zilma Heşda Şeibî biparêze.
Bajarê Xurmatû û gelek bajar û deverên din yên Kurdistanî şeva 16 Cotmeha îsal ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve hatin dagîrkirin. Piştî wê bi deh hezaran kes koçber bûn, bi sedan kes hatin kuştin. Bi sedan mal û warên kurdan hatin şewitandin û teqandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin